Wezaret a saman ên sirûştî, çend perlemantaran dide dadgehê
Wezaret a Saman ên Sirûştî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, 3 perlemantaran dide dadgehê.
K24- Hewlêr
Wezaret a Saman ên Sirûştî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, 3 perlemantaran dide dadgehê.
Di ragehandinekê de, ku wêneyek a wê bi dest Kurdistan24 kevtîye, wezaret a saman ên Sirûştî ya Herêm a Kurdistanê, her yek ji Elî Heme Salih, ji Firakisyûn a Gorran, Şêrko Cewdet ji firakisyûn a Yekgirtû û Îzzet Sabir ji firakisyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê dide dadgehê.
Di wê ragehandinê de, wezaret a saman ên sirûştî amaje bi wê yekê dike ku berê evan perlemantaran yadaştek li ser dahat a petrolê belav kirîne, ku li gor axivtin wezaretê(pirr bûye ji zanîyarî yên şaş û nedurist û bê belgeh û ne vegerrane bo wezaretê dakû rûhin vekirinê biwergirin.
Li ser sikala ya wezaretê jî, dadgeh a vekolîn a Hewlêrê, nivîsarek a fermî bi hijmare (5907) li 8ê/6/2016 araste ya perleman a Kurdistanê hatîye kirin daku li gor peyrew a hindûrî ya perlemanê, rê bidin dadgehê rêkar ên yasayî bigirin li beranber wan sê perlemantaran.