Perlematarek gef a hilweşandin a hikumetê dike
Yek ji perlemantar ên Kurdistanê ku ji alî yê wezaret a saman ên sirûştî yên Herêm a Kurdistanê sikala li ser tomar kirîye, gef a hilweşandin a hikumetê dike.
K24- Hewlêr
Yek ji perlemantar ên Kurdistanê ku ji alî yê wezaret a saman ên sirûştî yên Herêm a Kurdistanê sikala li ser tomar kirîye, gef a hilweşandin a hikumetê dike.
Îzet Sabir perlemanrat ê firakisyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, taybet bo Kurdistan24 got: Dem a perleman kara bibe , berî ku parêzbendîyê li ser perlemantaran bihilgirin hikumet dê bihilweşe.
Herweha got: Eger em neşîyayîn wê çaxê dê wezîr ji kar ladîn.
Evro wezaret a saman ên Sirûştî ya Herêm a Kurdistanê, her yek ji Elî Heme Salih, ji Firakisyûn a Gorran, Şêrko Cewdet ji firakisyûn a Yekgirtû û Îzzet Sabir ji firakisyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê dane dadgehê.
Wezaret a saman ên sirûştî amaje bi wê yekê kiribû ku evan perlemantaran yadaştek li ser dahat a petrolê belav kirîne, ku li gor axivtin wezaretê(pirr bûye ji zanîyarî yên şaş û nedurist û bê belgeh û ne vegerran bo wezaretê dakû rûhin vekirinê biwergirin.
Li ser sikala ya wezaretê jî, dadgeh a vekolîn a Hewlêrê, nivîsarek a fermî bi hijmare (5907) li 8ê/6/2016 araste ya perleman a Kurdistanê hatîye kirin daku li gor peyrew a hindûrî ya perlemanê, rê bidin dadgehê rêkar ên yasayî bigirin li beranber wan sê perlemantaran.