Li Şemzînanê PKK'iyan 2 cerdevan kuştin
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, PKK'iyan otombêla cerdevanan guleberan kir. Di encamê de 2 cerdevanan canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê, PKK'iyan otombêla cerdevanan guleberan kir. Di encamê de 2 cerdevanan canê xwe ji dest dan.
Hat ragehandin, tîma cerdevanên ku ji baregeha serbazî ya gundê Harûna yê Şemzînanê dema ku ji guhertina nobedariyê vegeriyan, rastî êrişa PKKiyan hatin. Di encamê de2 cerdevanan canê xwe ji dest dan û cerdevanek jî birîndar bû.
Otombêla cerdevanan bi çekên otomatîk hat gulebarankirin. Di êrişê de cerdevanên bi navê Ehmed Demîrcan û Esad Yeşîl canê xwe ji dest dan û Tefîk Firat jî giran birîndar bû.