Berdevka CHPê: AKPê Tirkiye di nava xwînê de hêştiye

Berdevka CHP'ê dibêje, AKP di desthilatiya xwe ya 14 salan de, Tirkiye di nav xwînê de hêştiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka CHP'ê dibêje, AKP di desthilatiya xwe ya 14 salan de, Tirkiye di nav xwînê de hêştiye.

Berdevka CHP'ê Selîn Sayek Boke, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe, civîna çapemenî darxist û got, desthilatiya AKPê Tirkiye radestî tundûtujî kiriye, bo parastina berjewendiyên xwe jî gelek xortan dê bikin qurban.

Boke da xuyakirin, dema AKPê di sala 2002 de bû hikûmet, li Tirkiyê ti bûyerekê tundiyê nebû, lê îro her roj çend term tên rakirin.

Boke da zanîn, duh kesên ku tîşortên polîsên operasyonên taybet lixwe kiribûn, di merasîma termê polîsan de, fîşek avêtine pêş Kemal Kiliçdaroglu û medyaya nêzîkî AKPê jî, vê yekê wek nerazîbûna gel nîşan dide. Boke got, ev yek bo siyaseta Tirkiyê rûreşiyeke mezin e.