TAK berpirsînî ya xwe ji teqîn a Istabûlê ragehnd
Teyîrênbaz ên Azadî ya Kurdistanê(TAK) di ragehandinekê de berpirsînî ya teqîn a Istanbolê xistin di stû yê xwe de û maje bi wê yekê dikin ku ew çalakî ji alî yê girûpek a cangorî ve hatîye encamdan.
K24- Hewlêr
Teyîrênbaz ên Azadî ya Kurdistanê(TAK) di ragehandinekê de berpirsînî ya teqîn a Istanbolê xistin di stû yê xwe de û maje bi wê yekê dikin ku ew çalakî ji alî yê girûpek a cangorî ve hatîye encamdan.
Di wê ragehandinekê de (TAK) amaje bi wê yekê jî dike ku teqîn a Istanbolê wek tolevekirinê bû li beranber şehîd ên Şernex û Nisêbînê.
Her di wê ragehandinê de gefan ji aramî ya Turkîyayê dike û amaje bo yekê dikin ku êdî Turkîya bo geştyaran arame nîye.
Di dem a teqîn a Istanbolê 11 kes hatin kuştin û 36 kes ên din jî birîndar bûn.