Kebûdwend mangirtina xwe şikand
Mehemed Sidîq Kebûdwend, serok ê Rêkxistî ya Maf ên Mirov ên Kurdistanê, piştê 35 rojan ji mangirtin ji xwarinê, evro Heynîyê mangirtin a xwe şikand.
K24- Hewlêr
Mehemed Sidîq Kebûdwend, serok ê Rêkxistî ya Maf ên Mirov ên Kurdistanê, piştê 35 rojan ji mangirtin ji xwarinê, evro Heynîyê mangirtin a xwe şikand.
Hevser a Kebûdwend, Perênaz Hesenê bi Kurdistan24 ragahend: Dadgeh a Bala ya Îranê dosê ya nû ya Kebûdwend vekişandine, herweha got: Kebûdwend li ser daxwaz a malbat a wî û çalakvan mangirtin a xwe şikandin.
Kebûdwend bo dem a 35 rojan bo derbirrîn a nerezayê li beranber dosê ya dadgayîkirin wî û givaş a pîlan ên dezgeh a dadwerîya komar a Îslamî ya Îranê man ji xwanê girtibû, bi eger a wê yekê jî rewş a wî ya saxelemîyê têkçû û hat veguhaztin bo nexweşxaneyê. Sera xirabî ya rewş a saxlemî ya wî, bi biryar a dezgeh a dadwerî ji nexwqeşxneyê ve bo zîndan a Îvîn li Tehranê hat veguhaztin.
Bo derbirrîn a piştîvanîyê li Kebûdwend, Kurd ên Rojhilat a Kurdistanê li cih ên cûda cûda yê cîhanîê û bi tayebtî jî li Ewrûpayê çalakî yên hemecor encamdan, li Elmanya bo dem a zêdetir ji 2 heftîyan lbajar ê Berlînê hijmarek a çalakvanan wek hevkarîmangirtin û saxlemî ya yekê ji wan têkçû û gehandi nexweşxaneyê.
Piûtî şikandin a mangirtinê, çalakvan ên rojhilat a Kurdistanê li ser tor ên civakî piştîvanî ya xwe bo Kebûdwend derbirrîn ku bi nerîn a wan bi xweragirî û berxwedanê ve serhildan bi dest vehîna û Komar a Îslamî ya Îraqnê naçar kir paş vekişe.