Hevser a Corc Kilûnî dibe parêzer Kurd ên Êzdî
Emel Kilûnî hevser a Stêr ê navdar ê Holîyûdê, Corc Kilûnî, ragehand: Ew dê bibe parêzer a Dosê ya Kurd ên Êzdî li dadgeh a Nêvdesletî, li beranber wan tawan ên ku ji alî yê Daişê ve li dijî wan hatîne encamdan.
K24- Hewlêr

Emel Kilûnî bi nivş Lubnanî ye dibêje: Çawa dibe mezintirîn tawan ên mirovî li ber çav ên bihên encamdan û ew ên ew tawan encamdayîn li dadgeh a Lahay nehên dadgeh kirin.
Herweh a dibêje: Em dizanîn bi hizaran Êzdî ji alî yên Rêkxistî ya Daişê hatin kuştin û bi hizar ên din jî hatîne revandin û heya niha jî çekdar ên Evê rêkxistî yê destdiêjî dikin ser jinan. Emel amaje bi wê yekê jî dike, dem a wê yekê hatîye berpirs ên Daişê bikevin di nav rekeh (qefes) a zîndanê de û got: Şanazîyek a mezine bo min bibim bi parêzer a dosê ya Nadîye Murad û nwênerînî ya wan bikim.
Di vî warî de Nadeîye Murad, çalakvan a Êzdî ku bi kiç a Kurdistanê hatîye nasîn, bo piştîvanîkirin a Kurd ên Êzdî, supasî ya Emel Kilûnî kir.
Emel kilûnî şareza û pispor a yasa ya nêvdewletîye û niha rawêjkar a yasayî û parêzer a berevankare li dedgeha bala ya Dot Strît Çamberz li Lenden