Balyûz ê Sûdanê daxwaz ji tîm a xwe dike Bexdayê bihêlin û li Hewlêrê kar bikin.

Sûdan tîm a taybet a xwe ya derhînan pasport û belegename yên pêdivî bo hevwelatîyan li Îraqê dê veguhêze Hewlêrê. Mehemed Ûmer Mûsa, balyûz ê Sûdan li Bexdayê ragehand: Rewş a xirab a asayîşî ya Îraqê karîgerî ya rasterast kirîye ser hevwelatî yên ewî welatî û pêdivî bi hilwêst wergirtinê heye.

K24- Hewlêr

Balyûz ê Sûdanê dibêje: Wan dû pilan danane, ya yekem: tundkirin a rêkar ên asayîşîye. Ya dûyem jî: Bi cîhêştin a Bexdayê ye di dem a teqîn a rewşê.

Herweha daxwaz ji tîm a derhînan a pasport û nasnameyan dike vegerrin û li Hewlêrê kar ê derhînan a pasport û belgenaemyan bo hevwelatî yên Sûdanê bikin.

Mehemd Ûmer Mûsa Hewlêr ê wek deverek a herî aram wesif dike.