Erdogan tevlî rêwesma oxirkirina Klay nebû

Serokomarê Tirkiyeyê tevlî rêwresma veşartina cenazeya Muhammed Alî nabe û vedigere Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê tevlî rêwresma veşartina cenazeya Muhammed Alî nabe û vedigere Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan berî 2 rojan ji bo tevlîbûna rêwresama veşartina cenazeya Muhammed Alî çûbû Amerikayê. Duh nimêja cenazeyê hate kirin û biryar bû, ku îro veşêrin. Lêbelê Erdogan bi hinceta axaftina wî ji bernameya rewresmê hatiye dêrxistin û daxwaza wî ya xwendina Quranê nehatiye qebûl kirin tevlî rewresma veşartinê nabe.

Erdogan hemû bernameya xwe ya li Amerîkayê betal kir û vedigere Tirkiyeyê.

Bokserê navda Muhammed Alî Klay hefteya borî di 74 saliya xwe de koça dawî kiribû.