Amerîka: rakirina parêzbendiyê bandoreke xerab li azadiya axaftinê dike

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerikayê dibêje, rakirina parêzbendiya parlementeran dê bandoreke xirab li ser azadiya axaftinê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerikayê dibêje, rakirina parêzbendiya parlementeran dê bandoreke xirab li ser azadiya axaftinê bike.

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerikayê Mark Toner li Washingtonê di civîneka çapameniyê de li ser pirsekê derbarê parêzbendiyan de diyar kir, ku di civakên demokratîk de şertê yekem wekhevî ye û pêwîst e di çarçoveya yasayan de were parastin. Girîngî ji bo azadiya axaftinê were dayîn.

Toner diyar kirk jî, ji ber rakirina parêzbendiyan ew nîgeran in. Lewra rakirina parêzbendiyan dê rê li ber azadiya axaftinê bigire. Ew ê nîgeraniyên xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê re parve bikin.