Li Oremarê 8 û li Wanê 2 gerîlayên PKKê şehîd bûn

Li Bakurê Kurdistanê herêma Oremarê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek asmanî pêk hat û 8 gerîlayên PKKê, li Wanê jî 2 gerîla şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê herêma Oremarê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek asmanî pêk hat û 8 gerîlayên PKKê, li Wanê jî 2 gerîla şehîd bûn.

Li gor ragihandina Serekaniya Tirkiyeyê îro ji berbangê heta sibê li herêma Oramarê li hemberî PKKê 2 operasyoên berfireh yên asmanî hatiye kirin. Di encamê de herî kêm 8 gerîlayê PKKê canê xwe ji dest dane.

Îro demjimêr 02:00an de li bajarê Wanê Taxa Xaçortê polîsên taybet bi piştgiriya firokan li malekî operasyonek pêk anîn û pevçûnek dijwar derket. Li gor zanyariyên pêşîn 2 kes hatin kuştin. Tê gûmankirin kesên hatine kuştin endamên PKKyê bin.

Berî 2 rojan jî, firokeyên Şerî yên Tirkiyê li bajarê Diyarbekirê gundên navçeya Licê operasyon pêk anîbûn.