Vekirina Deriyê sînorî pêşxabûr û nerînên cuda

Pişt 3ê salan ji vekirina derî, di meha Adarê de sînor girtî ye, lê niha biraya hatiye standin, ku derî bi fermî ji bo bazirganiyê û alîkariyan were vekirin û bê ku bacên gumrikê ji herdu alîyan werin standin.

K24-Navenda Nûçeyan

Deriyê Pêşxabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de, ji bo hemû alîkariyên mirovî, cureyên xwarinê û dermanan hate vekirin.

Berpirsê Dosya Sûriyê –  Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî ji K24ê ragihand ku, deriyê Pêşabûrê ji bo alîkariyên mirovî, hemû cureyên xarinê û dermanan ji bo Rojavayê Kurdistanê tê vekirin, her wiha dê bacên bazirganiyên jî tune bin, da ku alîkarî û kelûpelên xwarinê bi nerxenkî arzan bighên welatiyên Rojavayê Kurdistanê.

Deriyê Sêmalka yan Pêşabûr di 18 meha 1ê sala 2013 piştî rêkeftina di navbera TEV-DEM û ENKSê li Hewlêrê û avakirina Desteya Bilind ya Kurdî bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate vekirin, wê demê pênc komîte ku her komîteyek ji pênc kesan pêk dihat, hat avakirin.

Ji bo çûnûhatina xelkê herwiha ji bo kelûpelên xwarinê û bazirganiyê TEV-DEM û ENKSê sînor birêve dibirin, lê piştî demeke kurt û derketina nakokiyan, ew komîte hatin hilweşandin. li gor hin serkerdiyên ENKSê ku Rêvebriya Xweser ji wan xwestibû, ku ew komîte di bin desthilata Rêveberiya Xweser de be, ENKSê jî ev yek nepejrand, herwiha ji wê demê û heya peyaman Duhokê û roja îro, deriyê Pêşabûrê bû pirsgirêkek.

Rêveberê deriyê Pêşabûrê ya sînorî li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji K24ê re ragihand, biryara vekirina deriyê Pêşabûrê li pêş kelûpelên xwarinê, dermanan û pêwîstiyên mirovî ji aliyê Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ve gihêşt destê me. Berbuharî ragihand, ku li gor biryarê her kesek dikare bazirganiyê di  navbera Başûr û Rojava de barzirganiyê bike, herwiha bê wergirtina baca gumrkê.

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser derbarê vekirina deriyê sînor daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, ew derî ji aliyê wan ve vekirî bû lê Herêma Kurdistanê derî girtibûn û ji aliyê wan jî hate vekirin.

Di dîdareke taybet de li ser deriyê sînor Endamê desteya Şêwermendiyê ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Xalid Elî ji K24ê ragehand ku, girtina deriyê sînor encama nerêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku, PYDê nikare birayên xwe qebûl bikin.

Elî da zanîn ku, sînor li ser rêkeftinekî di navbera TEV-DEM û ENKSê bû, lê dema Serokê ENKSê werê Kurdistanê û rê li ber were girtin ew yeke cihê mixabinyê ye.

Ji aliyê xwe ve çalakvan Ilham Ebdulrehman jî ji K24ê re ragehand, miletê me dibe qurbana nakokiyên siyasî, da zanîn ku, PYDê deriyê sînor û pêdiviyên jiyana xelkê xistite destê çend bazrganan li Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku, tenê milet dibe qurban.

Herwiha ji aliyê xwe ve Nûnerê Rêveberiya Xweser li bajarê Silêmaniyê Şêrzad Yezîdî ji K24ê ragehand ku, ew weke Rêveberiya Xweser ne berpirsin li ber girtina deriyê sînor,  girtina sînor helwesta Herêmê bû derbarê ragehandina fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê bû ji ber ku di heman rojê de bû, da zanîn ku, vekirina sînor gavekî başe û ew pêşwaziyê wê dikin.

Derbarê vekirina deriyê sînor Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brêtt McGurk li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye: “Em bi vekirina deriyê sînorî di navbera Kurdistanê Iraqê û bakurê Sûriyê de kêfxweş in, da ku alîkariyên mirovî û hevguhartina bazirganiyê ji nû ve dest pê bike, ku pêwîstiyeke herî li pêş e bo deverê.”

Pişt 3ê salan ji vekirina derî, di meha Adarê de sînor girtî ye, lê niha biraya hatiye standin, ku derî bi fermî ji bo bazirganiyê û alîkariyan were vekirin û bê ku bacên gumrikê ji herdu alîyan werin standin.