HDP nimûneyekê ji bawernameya Erdogan belav kir
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş berî niha gotibû gûman heye ku, dîplomaya Erdogan a Zanîngehê tine be. Ger Erdogan ji zanîngehek dêrneçûbe li gor yasayan nikare Serokomarî bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP nimûneya bawernameya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan belav kir.
HDP ji hesaba xwe ya twîtirê wêneyên dîplomaya derçûnê yê Tayîp Erdogan ku, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ji wan re şandiye ligel daxuyaniyek belav kir.
HDP di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, dîplomaya Erdogan ji aliyê Noterê ve jî hatiye pesend kirin. Lêbelê derbarê resenbûna dîplomayê de dê serîlêdanên wan ên hiqûqî berdewam be.
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş berî niha gotibû gûman heye ku, dîplomaya Erdogan a Zanîngehê tine be. Ger Erdogan ji zanîngehek dêrneçûbe li gor yasayan nikare Serokomarî bike. Di vê çarçoveyê de HDP serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dabû.