Barzanî û şandeke Amerîkî operesyona rizgarkirina Mûsilê guftûgo dikin
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke Amerîkî operesyona rizgarkirina Mûsilê û çawaniya birêvebirina wî bajarî piştî rizgarkirinê guftûgo kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro li Selahedîn ya Hewlêrê pêşwaziya şandeke siyasî û leşkerî ya Amerîkî kir, ku ji Balyozê Amerîka li Iraqê Stewart Jones û Fermandarê hêzên Hevpeyama Navdewletî li Iraqê General Macfarland û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî pêk dihat.
Di hevdîtinê de, pirsa operesyona rizgarkirina Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirinê û birêvebiria parêzgeha Neynewayê hate guftûgokirin. Herwiha herdu aliyan li ser wê yekê hevnêrîn bûn, ku pêwîst e bi hûrî qonaxa piştî DAIŞê bête lêkolînkirin û tekezî li beşdariya pêkhateyan di operesyona rizgarkirina wî bajarî kirin.
Herwiha di hevdîtinê de, rewşa meydanî yên eniyên şerê li dijî DAIŞê li bajarê Felûce û parêzgehên din yên Iraqê hate kirin. Herwiha hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û alîkariya darayî bo Pêşmerge hate behskirin.