“Rayedarên dewletê Hevdîtinan bi Ocalan re dikin”

Rojnameyeke Tirkî dibêje, rayedarên dewletê dem bi dem bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan re li girava Îmraliyê hevdîtinan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Tirkî dibêje, rayedarên dewletê dem bi dem bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdula Ocalan re li girava Îmraliyê hevdîtinan dikin.

Nivîskarê rojnameya “Sabah” Okan Muderîsoglu ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê  ye, di gotara xwe ya îro de, bal dikşîne ser gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ku dibêje, PKKê daxwaza hevdîtanan û banga agirbestê li wan kiriye.

Muderîsoglu destnîşan dike, her kes meraq dike ka, li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin heye, an na û bersiv dide: Hevdîtinên fermî nayin kirin. Lê nûnerên dezgehên dewletê, wek salên borî, bi navberên dirêj dem bi dem diçin girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtanan dikin.

Muderîsoglu dide xuyakirin, Desteya Ewlekariya Netewî di wê fikrê de ye ku, bangên agirbestê yên PKKê ji tengavbûnê ye û pêwîst nabînin ku bersiva wan bidin.

Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan beriya 17 salan (15.02.1999) li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hate girtin û di firokxaneya wî bajarî de radestê hêzên taybet ên Tirkiyê hate kirin. 

Ocalan di dema hikûmeta Bulent Ecevît de hat dadgehkirin û cezaya îdamê jê re hat dayîn û  li girtîxaneya girava Îmraliyê hat zindankirin. Herwiha Alîgirên PKKê jî dixwazin şertên girtina Ocalan bên başkirin û dest bi gotûbêjan bê kirin.

Di dema hikûmeta AK Partiyê de gelek gav derbarê agirbest û çareserkirina pirsa Kurdî de hatin avêtin. Herî dawî Newroza 2013ê Ocalan ji PKKê xwest, ku çekan deynê û dest bi siyaseta demokratîk û aştiyê bike. Lê sozên ku aliyan dabûn hev, bicih nehatin û piştî hilbijartina 7ê Hezîranê şer û alozî li Bakurê Kurdistanê giran bûn.