Partî û Yekêtî evro dê kom bibin

Biryare evro kombûn a di navebr a Partî ay Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) bihê encamdan û behsa rewş a sîayasî Herêm a Kurdistanê û çareserkirin a arîşeyan bihê kirin.

K24- Hewlêr

Biryare  evro kombûn a di navebr a Partî ay Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) bihê encamdan û behsa rewş a sîayasî Herêm a Kurdistanê û çareserkirin a arîşeyan bihê kirin.

Li gor zanyarî yên Kurdistan 24 di vê kombûnê de şand a YNKyê ruhinkirinê li ser rêkkevtin a xwe û Bizav a Nîştîmanî ya Gorran(BNG) bide PDKyê.

Çavkek ê bala ji PDKyê bi Kurdistan24 re got: Tewr ên kombûnê dê ev bin; peywendî yên herdû alîyan dibe, pêkhînan a şandek a danûstankaran li gel Bexdayê, pirs a rifrandomê û rêkevtin a di naveber a YNKyê BNGyê.

Li ser evê mijarê Sedî Ehmed Pîre, endam ê Mekteb a Sîyasî ya YNKyê bi Kurdistan24 ragehandibû ku di kombûn a wan li gel PDKyê de  axivtina li ser encamdan a rifrandomê, çareserkirin a arîşe ya darayî û pêdaçûn a peywendî yên Hewlêr û Bexdayê dê bihê kirin.

Berê weha hatibû ragehandein ku şand a YNKyê pêk dihê ji Kosret Resûl Elî, Mela Bextîyar, Rizgar Elî, Ednan Muftî, Qadir Hemezan û Ûmer Fetah û behs ê pişkdarîkirin a Erselan Bayîz nehatibû kirin. Lê çavkek ê Nêzîk ji Mekteb a Sîyasî ya YNKyê taybet bi Kurdistan 24 ragehandibû ku Erselan Bayîz, Endam ê Mekteb a  Sîyasî ya YNKyê , pişkdaqrîyê di kombûnê de dê bike, lê hêj ji rêkkevtin a di navber a partî ya xwe û BNG razî nîye û têbînî li ser naverok a wê heye.