Emerîka bi şaşî girûpek a meşqdayî yê xwe burdûman dike

Firoke yên Cengî yên Emerîkayê bi şaşî girûpek a opizisyûn a Suryayê burdûman kir ku ji alî yê Pintagonê ve meşq û rahînanan pê re hatîye kirin û dijî Daişê dicengin.

K24- Hewlêr

Firoke yên Cengî yên Emerîkayê bi şaşî girûpek a opizisyûn a Suryayê burdûman kir ku ji alî yê Pintagonê ve meşq û rahînanan pê re hatîye kirin û dijî Daişê dicengin.

Rojname ya Wol Strît di raportekê de xuya dike ku firoke yên cengî yên Emerîkayê di dawî ya meh a Eyarê de bi şaşî girûpek a  opizisyûn a Suryayê burdûman kirîye û ku bûye cih ê pisyarê li ser hewl ên Pintagonê bo duristkirin a hêz ên deverî bo şerr ê dijî Daişê.

Li gor wê çavkê, berpirs ên serbazî xwe ji aşkerakirin a evê burdûmanê diparêzin.

Her li roj a burdûmanê, Pintagonê di beyannameyekê de ragehand:  Firoke yên wan li roj ên 27 û 28 meh a Adarê, sê hêpriş kiribûn derdor ê bajar ê Meer ku di yek ji wan hêrişan de opizisyûn a Surayê bûye aramanc.

Berpirsek ê bilind Emerîkayê jî ragehandîye, li ser evê pirsê vekolîn dest pêkirine.