Mela Kirêkar di zîndanê de mijûlî serperiştî ya tîroristan bûye li dijî Kurdistanê

Dadgehek a Nerwîcê bi fermî Mela Kirêkar tuhmetbar kir bi wê yekê ku serperiştî ya girûpek a tundrew li Ewrûpa kirîye, bi merem a encamdan a hêriş a tîroristî bo ser Herêm a Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Dadgehek a Nerwîcê bi fermî Mela Kirêkar tuhmetbar kir bi wê yekê ku serperiştî ya girûpek a tundrew li Ewrûpa kirîye,  bi merem a encamdan a hêriş a tîroristî bo ser Herêm a Kurdistanê.

Mêdya yên Nerwîcê, belavkirîne ku Necmedîn Ferc nasyayî bi Mela Kirêkar di dem a veman a xwe de li zîndanek a bajar ê Oslo ya Paytext a Nerwîcê, mijûl ê serperiûtîkirin a girûpek a tundrew bûye li seranser î Ewrûpa, lê bingeh a serekî ya ewê girûpê li Îtalîya bûye, daku hêriş ên tîroristî li başûr a Kurdistanê encam bidin.

Biryare 15yê evê mehê dadgeh a Nerwîcê, biryarê bide li ser şandin a Mela Kirêkar bo Îtalîyayê, heya ku wek endam ên din yên ewê girûpê li Îtalîya bihê dadgehîkirn

Li gor zanyarîyan piranîya endam ên ewê girûpê, Kurd ên Başûr a Kurdistanê ne ku li derve jîyane û bi rêya tor ên civakî peywendî bi hev re kirine û mijûlî pîlan a xwe bûne.