Almanya: Siyasta navxweyî ya Tirkiyê cihê metirsiyê ye

Tê zanîn ku, li Tirkiyê girtina rojnamevanan û rakirina parêzbendiyan bûye cihê nerazîbûna Ewropa û Amerîkayê.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Orzola Vondêr Layîn ragehand ku, siaseta navxweyî ya Tirkiyê cihê metirsiyê ye.

Derbarê vê mijarê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Orzola Vondêr Layîn ji rojnameya "Welt am Sonntag" ya Almanî daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû:"Li Tirkiyê binpêkirina azadiya ragehandinê, awayê pêwendiya ligel Parlamenteran û binpêkirina mafê mirov û kêmnetewan heye."

Orzola Vondêr Layîn amaje bi rola Tirkiyê bi pêşwazîkirina penaberan de kir û diyarkir ku, pêwîste derfeta rexneyan û cêwaziya nerînan jî hebe.

Tê zanîn ku, li Tirkiyê girtina rojnamevanan û rakirina parêzbendiyan bûye cihê nerazîbûna Ewropa û Amerîkayê.