Li Amerîkayê di encama êrîşekê de 50 kes hatin kuştin
Polîsên Amerîkayê dan zanîn ku, piştî kuştina êrîşkerî alaveke teqandina ji dûrve ligel hebû.
K24-Navenda Nûçeyan
Polîsên Amerîkayê ragehandin ku, di encama guleberdanekê li nav yaneyekê de li bajarê Orlando ser bi wîlayeta Filorîda 50 kes hatin kuştin û 53 kesên din birîndarbûn.
Derbarê vê bûyerê, îro polîsên Amerîkayê daxuyaniyek belav kirin tê de ragehandin ku, kesekî tundirew êrîşî yanayeka şevê kir û di nava wê yaneyê de bi du coreyên çekan guleberdan xelkê di encam de, 50 kesan canê xwe ji dest dan û 53 yên din jî birîndarbûn.
Li gor daxuyaniya Polîsên Amerîkjayê bûyer saet 2 û nîvê şevê çêbû, kesê ku, êrîşkirî jî bi du corên çekan êrîş kir piştî şerûpevçûnên ligel polîsên Amerîkî hate ew kes hate kuştin.
Polîsên Amerîkayê dan zanîn ku, piştî kuştina êrîşkerî alaveke teqandina ji dûrve ligel hebû.