HDP:Siyaseta şerxwaz a AKPê Tirkiye ber bi parçekirinê dibe
Tuncel da zanîn ku, ligel hemû êrîş û astengan, helwesta aştîxwaz a gelê kurd bo demokratîkbûna Tirkiyê derfeteke mezin e .
K24-Navenda Nûçeyan
Hevseroka DBP Sebahat Tuncel ragehand ku, daxwaza aştî ya gelê kurd bo Tirkiyê derfeteke mezin e, lê siyaseta şerxwaz ya AK Partiyê, Tirkiye ber bi parçekirinê dibe.
Di civîna Serokên bajaran yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi beşdarbûna Hevseroka Partiyê Sebahat Tuncel, li Diyarbekirê dest pê kir. Di civînê de endamên desteya rêveber jî amade bûn.
Tuncel, di axaftina vekirina civînê de got, rastiya siyaseta wan ya, "Bo Tirkiye demokrasî, bo Kurdistanê Xweserî" derketiye holê û bi hemû hêza xwe hemberê siyaseta faşîzan ya AK Partiyê radiwestin.
Tuncel da zanîn ku, dema pêşiya demokrasî tê girtin, derî bo tundî û qeyranê tê vekirin û bi girtina şaredar û hevserokan her wiha bi rakirina parêzbendiyê, şer û pevçûnê kurtir dibe. Desthilata Tirkiyê dibêje ev şer dê heta roja qiyametê berdewam bike, ev jî nakokiyan zêdetir dike û Tirkiyê ber bi parçebûnê dibe.
Tuncel da zanîn ku, ligel hemû êrîş û astengan, helwesta aştîxwaz a gelê kurd bo demokratîkbûna Tirkiyê derfeteke mezin e û divê hikûmeta Tirkiyê vê yekê baş binirxîne.