Li Idlibê firokeyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê 34 kes kuştin

Bajarê Idilbê di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de ye, lewma gelek cara ji aliyê rejîma wî welatî ve, ewbajarî dibe armanc.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Idilbê yê bakurê Sûriyê  di encama firokeyên rejîma wî welatî û Rûsyayê 34 kes hatin kuştin.

Derbarê vê mijarê rewangeha Sûrî ya mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, firokeyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê careke din bajarê Idilê bombebarankirin, di enmam de 34 kes hatin kuştin û bi dehan birîndarbûn, di nav wan de 5 zarok hene.

Li gor zanyariyên rewangehê êrîş li ser bazarekê bû, da zanîn ku, di nava wan kuştiyan dayîkek û çar zarokê wê hene.

Bajarê Idilbê di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de ye, lewma gelek cara ji aliyê rejîma wî welatî ve, ewbajarî dibe armanc.