Pêşmergeyekî Rojava li mihwerê Xazir şehîd bû
Tê zanîn ku, birayekî din jî yê şehîd Qehreman bi navê Ridwan Iskan di nav pêşmergeyên Rojava li Kurdistanê di şerê li dijî DAIşê de şer dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Li mihwerê Xazir li gundê Zehrit Xaton di encama teqîna bombeyeke çandî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Qehreman Iskan şehîd bû.
Îro, danê sibehê li mihwerê Xazir di encama teqîna bombeyekê ku, berî niha çekdarên DAIŞê çandibûn li gundê Zehrit Xaton çandibûn pêşmergeyê bi navê Qehreman Iskan ji gundê Bulazaozana ya ser bi bajarê Amûdê ve şehîd bû, herwiha pêşmergeyê bi navê Hemze Remedan Birhik birîndar bû.
Li gor ku, malbata pêşmergeyên şehîd ragehandine , cenazeya wî sibe ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçe û li gundî wî bi merasîmekê bi axê tê veşartin.
Tê zanîn ku, birayekî din jî yê şehîd Qehreman bi navê Ridwan Iskan di nav pêşmergeyên Rojava li Kurdistanê di şerê li dijî DAIşê de şer dike.