Obama: Êrîşa Orlandoyê terorî bû
"Êrîşa Orlandê xirabtirîn êrîşe di dîroka Amerîkayê de."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Barak Obama ragehand ku, êrîşa bajarê Orlandoyê ku, tê de 50 kes hatin kuştin û 53ê jî birîndar bûn terorîstî bû.
Îro, polîsên Amerîkayê ragehandibûn ku, kesekî tundirew êrîşî yanayeka şevê kir û di nava wê yaneyê de bi du coreyên çekan guleberdan xelkê di encam de, 50 kesan canê xwe ji dest dan û 53 yên din jî birîndarbûn.
Derbarê wê êrîşê de Serokê amerîkayê Barak Obama di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Êrîşa Orlandê xirabtirîn êrîşe di dîroka Amerîkayê de."
Obama xemgîniya xwe ji êrîşê re anî ziman û da zanî ku ew êrîşa ku, li bajarê Olandoyê hatî pêkanîn, êrîşkeke terorî bû.
li gor Reutersê DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji wê êrîşê re ragehand.