Erdogan banga yekîtiya gelê Tirkiyê dike

Di demên dawî yê de, xwendekarên gelek dibîstanên lîseyên bijarde li Stenbol û Îzmîrê, di merasîmên bawernameyan de nerazîbûn nîşanî hikûmet û birêveberên dibistanan dan.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan banga yekîtiya xelkê Tirkiyê kir û got, hin kes dixwazin xwendekarên dibistan û zanîngehan li dijî sîstemê bikarbînin û aloziyan derxin.

Erdogan duh êvarê, beşdarî bernameya fitarê ya Komeleya Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) bû û da xuyakirin, Tirkiye, ji ber çalakiyen çalakiyên PKK'ê, bûyerên Parka Gezî, pêşketinên li Sûriyê, qeyrana balefirê ya bi Rûsyayê re pir westiya ye.

Erdogan got, ez bang li welatiyên xwe û hemû cîhanê dikim, heta li Tirkiyê aramî bicih nebe operasyonên serbazî dê berdewam bikin.

Erdogan banga yekîtiya civaka Tirkiyê kir û got, hin kes ji bûyerên berê ders negirtine û niha jî dixwazin ciwanên lîse û zanîngehan fîtbikin da ku, bikaribin aloziyan derxin û bang li gelê Tirkiyê kir ku di rewşek wiha aloz de di nav xwe de şer nekin.

Di demên dawî yê de, xwendekarên gelek dibîstanên lîseyên bijarde li Stenbol û Îzmîrê, di merasîmên bawernameyan de nerazîbûn nîşanî hikûmet û birêveberên dibistanan dan.