Operasyona rizgarkirina Minbicê berdewam e

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina Minbicê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di pêşveçûnan de ne, îro jî çar gundên din li rojhelata wî bajarokî hatin kontirolkirin.

Derbarê wan pêşveçûnên nû de, berpirsekî ji Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji peyamnêrê K24ê re ragehan ku, danê vê sibehê her yek ji gundên Tehne El-Kebîre, Seîdiye, Sexîre û Um El-Setih ku, li rojhelata Minbixê dikevin ji bin destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Ji aliyekê din ve peyamnêrê K24ê re ragehand ku, dema DAIŞê gundê Dadat Kiwêt topbaran dikir zarokek 3ê salî birîndar bû.

Di 1ê vê mehê de,  operasyona rizgarkirina Minbicê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.