Li Firansayê zaro yên penaber hevrûşî desdirêjîyê dibin

Rojname ya Gardîyan a Birîtanîyayî raportek belv kirîye li ser rewş a zaro yên penaber di kemp ên Firansayê de û amaje bi wê yekê dike ku ew zarû hevrûşî destdirêjî sêksî bûne li beranber veguhazatin a wan bo Birîtanîyayê.

K24- Hewlêr

Raportê pişt bi vekolînek a rêkxistî ya Yûnisêf  a ser bi Netew yên Hevgirtî girêdaye, ku di vî warî de hoşdarî daye û ragehandîye: li kemp Kalê û Dengêrk a Firansayî, zaro yên penaber hevrûşî xapanê û destdirêjî ya sêksî dibin ji alî yên qaçaxçîyan ve, naçar dihên kirin tawanan encam bidin heya di beranber  de wan derbaz bikin bo Birîtanîyayê.

Di wê vekolînê de çend dîdarek a li gel zaro yên kempan hatîne kirin û rewş a jîyan a xwe di dem a şeş meh ên bûrî de li nav xîwetgehan aşkera kirine.

Rojname ya Gardîyan nivîsîye: Wezîr ê hindûrî yê Birîtanîyayê di civat a giştî de pirsyar dê lê bihê kirin ka  bo çi pirose ya veguhaztin a 150 zaroyan bi hêdî û hêwaşê bi rêve diçe, di demekê de ku kesûkar ên wan li Birîtanîya ne.

Li gor rêkxistî ya Hewelatî ya Birîtanîyayî ku harîkarî ya penaberan dike, veguhaztin a wan zaroyan bo Birîtanîyayê bi kêmî salek pêdivîye.