Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû

Di encama teqînê de 9 kes birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Plûr a ser bi bajarê Dêrsimê ve, li Bakurê Kurdistanê teqînek bi rêya otombîlekê bombirêjkirî  çêbû, di encam de 9 kes birîndar bûne.

Derbarê teqînê ajansa Dicleyê ragehandin ku, otombîleka bombirêjkirî li beramberî avahiya DADê li navçeya Plûr a ser bi bajarê Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê teqiya, di encam 9 kes birîndarbûn,  da zanîn ku, piştî teqînê şerûpevçûn di nevbera polîsên Tirkiyê û êrîşkeran de çêbûn.

Ji aliyê xwe ve medaya tirkiyê jî da zanîn ku, otombîlên agirkuj li cihê teqînê agir kontiroldikin.herwiha hêla telefonê jî li wê navçeyê hate birîn.