Xortek belgeyan li ser tirajîdî ya Êzdîyan kom dike

Demeke xortek Êzdî mijûlî tomarkirin û komkirin a zanîyarîyane li ser Êzdî yên qurbanî yên dest ên çekdar ên Daişê. Ewî xortî ragehand: heya niha zanîyarî li ser zêdetir ji 2400 qurbanîyan kom kirîye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/701cad7e-e3a4-47f4-846f-1fc7cfef845d/YazidiMan.ism/manifest

K24- Hewlêr

Demeke xortek Êzdî mijûlî tomarkirin û komkirin a zanîyarîyane li ser Êzdî yên qurbanî yên dest ên çekdar ên Daişê. Ewî  xortî ragehand: heya niha zanîyarî li ser zêdetir ji 2400 qurbanîyan kom kirîye.

Ev xort ê Êzdî, mijûlî dokyûmentkirin a tawan ên çekdar ên Daişê li dijî Kurd ên Êzdî, bi ûmêd a rojekê dadgahî ya nêvdewletî keys a Êzdîyan veke û belgeh li ber destan hebin  û tawanbar bihên sizadan.

Behzad Ferhan, kurdek ê Êzdîye û xelk ê Şnegarê ye û niha li Duhokê dijî, mijûl ê komkirin a dokyûmênt û belgehane li ser karesat ên sal ên bûrî yên Êzdîyan li ser dest ê Daişê.

Li sal a 2014yê di dem a dagîrkirin a Şengar û derdor ên wê ji alîyê rêkxistî ya Daişê ve, bi hezaran Êzdî hatin kuştin û bi hezar ên din jî ji alî yê wê girûp a teroristî ve hatin revandin û gelek afret û kiç ên wan jî ji alî yê çekdar ên Daişê ve kirin koyle, ji bilî evê yekê jî bi hezaran kes ên din jî mal û hal ên xwe hêlan û ber bi herdû parêzgeh ên Hewlêr û Duhokê çûn.

Behzad, jî yê wî 28 sale, wî divêt dîrok a xelk ê xwe binivîse, daku nevî yên dahatî, ewan tawanan ji bîr nekin ew ên Daişê dijî Êzdîyan encam dane.

Behzad dibêje, heya niha şîyaye serdan a gelek kamp ên Êzdîyan bike û  axivtin û zanîyarîyan li ser 2400 qurbanî yên dest ên Daişê tomar kirîne.

Behzad xuya jî dike ku ew wek kesek serbi xwe evî karî dike û çend healek harîkarî ya wî dikin.