Gendelî yên wezaret a Pêşmerge û kert a petrolê ji hemûyan zêdetirin

Pêngav ên çaksazîyê li Herêm a Kurdisatnê roj bi roj pirrtir û çirrtir dibe û serok ê deste ya destpakîyê jî dibêje, di dosê yên kevin de çend wezîr ên kabîne yên berê dest ên wan di gendelîyê de hene û li vekolîn ên dosê yên nû jî pêşbînî dihê kirin kes ên pile bilind li ast a wezîr û rêveber ê giştî têde hebin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/49f0ab3b-cb77-4413-8c07-35b049b20155/chakszi%20taza.ism/manifest

K24- Hewlêr

Pêngav ên çaksazîyê li Herêm a Kurdisatnê roj bi roj pirrtir û çirrtir dibe û serok ê deste ya destpakîyê  jî dibêje, di dosê yên kevin de çend wezîr ên kabîne yên berê dest ên wan di gendelîyê de hene û li vekolîn ên dosê yên nû jî pêşbînî dihê kirin kes ên pile bilind li ast a wezîr û rêveber ê giştî  têde hebin.

Dosê yên gendelî yê roj bi roj hijmar a wan zêde dibe, evî kesî berê çend fayîl ên gendelîyê pêşkeş bi Barzanî kirîye, niha jî harîkar ê ewê komîteyê ye ewa mijûlî vekolînêye li dosê yên gendelîyê û dibêje: Barzanî bi aşkera bi hemûyan ragehandîye ku hîç kes û berpirsek hejî lêburînê nîne.

93 dosê yên gendelîyê gehiştîne Deste ya  Destpakîyê, wan bi xwe jî zêdetir ji 120 dosê hene, ji alîyê Barzanî ve ew deste hatine serpişkkirin ku her çi wan pêdivîye encam bidin daku ew pirose aramanc a xwe bihingive. Serok ê deste ya Destpakîyê dibêje: Melef a wezaret a Pêşmerge û Petrol ji hemû fayîl ên din perr ên wan zêdetirin.

Fly Erbil Advertisment