Ewrûpayî: Daiş mezintirîn gefe
Hevwelatî yê Ewrûpayê, Daişê bi mezintirîn gef dibînin li ser welat ên xwe zêdetir ji her gefek a dî, wek guhertin seqayê û nebûn a ajincî ya abûrî ûş arîşe yên penaberan.
K24- Hewlêr
Hevwelatî yê Ewrûpayê, Daişê bi mezintirîn gef dibînin li ser welat ên xwe zêdetir ji her gefek a dî, wek guhertin seqayê û nebûn a ajincî ya abûrî ûş arîşe yên penaberan.
Li gor rapirsîyekê ku navend a Pêw(Pew Research Center) berî demekê encam daye û li roj a Dûşembîyê 13yê/6/2016 bilav kirîye, derkevtîye ku 93% ji Espanîyan û 91% ji Firansayîyan Daişê bi mezintirîn gef dibînin li ser welat ên xwe.
Bi vajî ya wan Japonî ku pişkdar ên ewê rapirsîyê bûn, neman a akincî ya abûrî ya cîhanê çavk a yekem a gefê ye bo ser welat ên wan nekû Daiş.
Di beranber de 31% ji Elmanîyan û 24% ji Siwêdîyan weha dibînin ku penaber bûne gefek a mezin li ser welat ên wan.
Cûda ji wan, Polendayî bi rêjeyek a mezin ku digehe 71% Rûsya bi mezintirîn gef dibînin li ser welat ên wan .
Pirranî ya nerînan li meh a Nîsan a ev sal hatîne wergirtin, piştî mehekê ji kuştin a 32 kesan li paytext a Belcîkayê ku ji alî yên endam ên Daişê, li firokexane û mîtro ya Biroksilê bi eger a teqînê hatin kuştin.