Li Rihayê berhemên dîrokî tên restorekirin

Di heyama Osmaniyan de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê Ermenî hebûne û gelek berhemên dîrokî yên ku kelepora wê heyamê radixe berçavan çêkiribûn. Niha ew berhemên ku bi destê Ermenan hatine çêkirin tên restore kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d6c606fc-0d3a-4659-a134-ec618896587a/LiRihayeberhemendirokitenrestorekirin.ism/manifest

K24- Riha

Di heyama Osmaniyan de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê Ermenî hebûne û gelek berhemên dîrokî yên ku kelepora wê heyamê radixe berçavan çêkiribûn. Niha ew berhemên ku bi destê Ermenan hatine çêkirin tên restore kirin.

Li Sêwreka Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, avahiya dîrokî ya ku di sala 1905ê de bi destê hostayên Ermen hatiye çêkirin ji aliyê Şaredarî û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê dest bi rastorasyona wê hate kirin.

Avahiya li taxa Hasançelebî ya ku bi destê hostayê keviran yê Ermen Polo Nîşanyan ve hatiye çêkirin ji 200 metrçargoşeyan ve pêk tê.

Rayedarên şaredariya Sêwrekê dibêjin ev ahaviya ku niha restore dikin kelepora bajêr ya dîrokî baş nîşan dide û ew dê li gorî vê yekê avahiyê restore bikin.

Hasan Karakaş  - Cîgirê Serokê Şaredariya Sêwrekê dibêje:"Ev xanî gelek kevin bû, gelekî bê serûber bû. Me mêze kir çanda Siweregê ya kevin dide bar çavan, me jî dest avêtiyê. Me mesrefek pir mezin da û ev xanî derxist meydanê. Xanî gelekî xweş çêbû."

Ev avahiya dîrokî bi kevirên reş hatiye çêkirin ku li bajêr xwedî cihekî taybet e. Teybetmendiya kevirê reş ew e ku di demsala zivistanê de nahêle avahî sar bibe û di demsala havînê de jî hindirê malê hênik dike. Ji aliyê din ve, welatiyên li vê derê dijîn jî kêfxweşin ku ev ahaviyên dîrokî têne restorekirin.

Hemwelatîyek dibêje:"Avahiyên me yên dîrokî, cihên me yên dîrokî helbet pêwîst e bêne restorekirin. Çimkî dîroka me di wan avahiyan de ye."

Hemwelatîyek dibêje:"Tiştên dîrokî nirxên me yên hevpar in. Ger bi awakeyî serkeftî bên restorekirin tiştekî gelekî baş e."

Rayedarê şaredariyê dibêjin ev avahî dê bi her awayî li gorî nîgarên Sêwrekê bê restorekirin û ger restorekirina avahiyê bi dawî bû dê ji bo jinên Sêwrekê  were terxankirin ku karê hûnera destan dikin.