Li Geverê hikumet xwîndingehan dirûxîne
Li navçeya Gever ya Colemêrgê, dibistanên ku ji operasyon û pevçûnan zirar dîtine, bi biryara hikûmetê hatin ruxandin.
K24- Hewlêr
Li navçeya Gever ya Colemêrgê, dibistanên ku ji operasyon û pevçûnan zirar dîtine, bi biryara hikûmetê hatin ruxandin.
Li Geverê qedexeya derketina derve bi awayek sînordar hat rakirin û xisar û hilweşandina navçeyê derket holê. Xebatên têkdana avahiyên ku di operasyonan de zirar dîtine berdewam dike.
Li Taxa Kanî Heyderê dest bi têkdana dibistana seretayî û navendî hat kirin ku têde hezar û dused xwendekaran perwerde didît.
Berê jî li taxa Daristanê, Dibistana Amadeyî ya Teknîkî ji hêla makîneyên kar ve hatibûn hilweşandin.
Li Geverê 13'ê Adarê qedexeya derketina derve hat ragehandin û heta 30'ê Gulanê berdewam kir. Piştî ku di navbera demjimêrên 6'ê sibê heta 10'ê êvarê qedexe hat rakirin, niştecihên navçeyê bo dîtina rewşa navçe vegeriyabûn malên xwe.