Li Tetwanê otomobîlek a bombkirî hat pûç kirin

Li navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bidlîsê, li bakûra Kurdistanê otomobîlek a bombkirî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat pûçkirin.

K24- Hewlêr

Li navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bidlîsê, li bakûra Kurdistanê otomobîlek a bombkirî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat pûçkirin.

Ew otomobîl li ser rêya Tetwan û Wanê hatibû rawestandin û gotin ku di hundirê wê de bombe hatine danan. Piştre otomobîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat pûç kirin.

Derbarê bûyerê de hê jî ti agehdariyek a fermî nehatiye dan û vokolîn li ser evê mijarê dest pê kir.