Li Merdînê kevala agahdarîyê bi sê zimanan agahiyan dide
Li Mêrdîna bajarê Bakurê Kurdistanê digel hatina Meha Remezanê ji bo ku welatiyan derbarê Mehan Remezanê de agahdar bikin, lewhayeke elektronîk ya ku bi sê zimanan agahiyan dide bi dîwarê mizgeftê ve hate danîn.
K24:Mêrdîn
Li Mêrdîna bajarê Bakurê Kurdistanê digel hatina Meha Remezanê ji bo ku welatiyan derbarê Mehan Remezanê de agahdar bikin, lewhayeke elektronîk ya ku bi sê zimanan agahiyan dide bi dîwarê mizgeftê ve hate danîn.
Bajaroka Qosera li ser bajarê Mêrdînê di Mizgefta Nû ya Navendî de ji bo ku cimaeta mizgeftê derbarê Remezanê de agahdar bikin bi destê xêrxwazekî Qoserî lewheyeke bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî hate çêkirin. Di nava lewheya ku hatiye çêkirin de ayet û hedîsên olî û pîrozbahiya Meha Remezanê bi her sê zimanan tê nivîsandin.
Welatiyên ku tên mizgeftê erkên xwe yên olî bi cîh tînin dibêjin ku yekem care li bajarokê wan tiştekî bi vî rengî pêk hatiye. Welatî bi vê yekê hem kêfxweş in hem jî hêvî dikin ku ne tenê Meha Remezanê tim û tim ev lehwa hebe û wan bi her sê zimanan agahdar bike.
Hemwelatî Elî Şîmşek, dibêje:"Tiştekî pir xweş çêkirin e. Tiştekî pir balkêş e ji bo Qoserê. Mala wan ava be, xwedê xêra wan qebûl bike."
Hemwelatî hevwelatîyek din dibêje:"ziman ne giridayî insanan e. Xwedê Teala her insanek bi lîsanekê bi şiklekî çêkiriye. Di be ku bi deh zimanan jî çêbibe, Kurdî jî, erebî jî çêdibe û bi Soranî jî, Zazakî jî çêdibe. Pirsgirêka me bi zimanan re tune ye."
Bi boçûna meleyê mizgeftê tiştên bi vî rengî biratiya di nava gelan de derdixe pêş û cudahiyê ji holê radike. Melayê mizgeftê rave dike ku dê vê lewheyê piştî Remezanê jî bi kar bînin û dê bi riya vê lewhayê derbarê her mijaran de welatiyan agahdar bikin.
Mehmet Salîh Çalka, Melayê Mizgeftê dibêje: "Hem ji bo cemaetê hem jî ji bo xelkê gelekî baş e. Em wateya wan Hedîs û Ayetên me di navê de dinivîsin. Hem wateya wan ya bi kurmancî û hem jî bi Tirkî em di navê de dinivîsin. Hem ji bo Remezanê hem jî piştî Remezanê em ê vê yekê berdewam bikin înşellah."
Melayê mizgeftê amaje bi wê yekê dike ku dê derbarê rojên pîroz de bi riya vê lewhayê, ew dê ligel dayîna agahiyê di heman demê de biratiya di nava zimanan de berbiçavtir bikin. Li aliyê din hem welatiyên ku diçin mizgeftê hem jî yên ku di ber mizgeftê re derbas dibin sûdê ji vê lewhayê werdigirin.