Bandora operasyona Minbicê ya li ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê
Li parlamentoya Tirkiyê rojev operasyonên li hemberî DAIŞê yên li Sûriyê û Iraqê bû. Nûnerên partiyên siyasî dibêjin bi operasyonên li Mimbic û Fellûceyê yên li hemberî DAIŞê dê Tirkiye neçar bimîne ku politikaya xwe ya derve biguherîne.
K24- Turkîya
Li parlamentoya Tirkiyê rojev operasyonên li hemberî DAIŞê yên li Sûriyê û Iraqê bû. Nûnerên partiyên siyasî dibêjin bi operasyonên li Mimbic û Fellûceyê yên li hemberî DAIŞê dê Tirkiye neçar bimîne ku politikaya xwe ya derve biguherîne.
Berpirsiyarên partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyê îdia dikin ku di encama operasyonên li dijî DAIŞê yên li Sûriyê û Iraqê cih li DAIŞê teng bûye û pêdivî bi wê yekê tê dîtin ku dema guhertina siyaseta Tirkiyê ya derve hatiye.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz diyar kir ku Mimbic li ber ketinê ye û bingeha Sûriyeya Federal hatiye avêtin. Herwiha Cîgirê Koma CHPê Engin Altay jî da xuyakirin ku rewşa politikaya Tirkiyê ya derve cihê metirsiyê ye.
Engîn Altay - Cîgirê Serokê Koma CHPê got:"Em hemû bi fikarin. Hikûmet li vê derê jî xemsar e. Beriya AKPê Tirkiye ew dewlet bû ku lê dihate guhdarkirin, lê îro wiha tê destnîşankirin ku dewleteke alîkarî û piştevaniya rêxistinên terorî dike û ji bo hin deverên Rojhilata Navîn jî teror û terorîstan belav dike."
HDP jî pêdiviya guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li hemberî Kurdên li Sûriyê û Iraqê dibîne û dibêje hemû polîtîkayên AKPê li ser wê bingehê ne ku Kurd statûyekê bi dest nexin.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken îdia kir ku Tirkiye bi rêxistinên terorî yên wek DAIŞ, El Nusra û El Ahram polîtîkayên xwe destnîşan dike.
Îdrîs Baluken - Cîgirê Serokê Koma HDPê dibêje: "Li wê derê prosesek nû dest pê dike. Divê teqez Tirkiye pêngavekê biavêje ku ew pêngav rewşa aloz ya li Tirkiyê bi dawî bike. Heger em li gorî dînamîkên prosesa nû, xwe li ber çavan derbas nekin, her ku biçe em ê bi tenê bimînin."
Parlamenterê MHPê Oktay Vural jî da zanîn ku Tirkiye bi gotinên xwe bandorê li hevalbendên xwe nake û polîtîkaya Tirkiyê ya derve têk çû ye. Vural diyar kir ku hemû xetên sor yên Tirkiyê têk çûne û li Minbicê di bin korîdora Kurdan de bingeha Kurdistanê tê avêtin ku YPG bi hevkariya Emerîka vê yekê meşrû dike.