HDP û Altan Tan ji hev dûr dikevin

HDP û parlamenterê wê Altan Tan ji hev dûr dikevin. Parlamenterê HDP'ê Altan Tan bo partiya xwe gotibû HDP dikeve rêyeke nû. Hevserokê HDP'ê Selahhattîn Demîrtaş jî li Stenbolê di bernameya fitara partiya xwe de bersiv da Tan. Demîrtaş got: Kesên dibêjin HDP dikeve rêyekê nû li qisûrê nenihêrin ew bixwe ketine rêyekê din û xwe şaş kirine.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/63ddcb57-36cd-4cf7-bd5b-83299d855a63/Demirtash-AltanTan.ism/manifest

k24- Bakûra Kurdistan

HDP û parlamenterê wê Altan Tan ji hev dûr dikevin. Parlamenterê HDP'ê Altan Tan bo partiya xwe gotibû HDP dikeve rêyeke nû. Hevserokê HDP'ê Selahhattîn Demîrtaş jî li Stenbolê di bernameya fitara partiya xwe de bersiv da Tan. Demîrtaş got: Kesên dibêjin HDP dikeve rêyekê nû li qisûrê nenihêrin ew bixwe ketine rêyekê din û xwe şaş kirine.

Gotinên parlamenterê HDP'ê Altan Tan di nav HDP'ê de bû sedema nîqaşê. Tan di hevpeyvîneke taybet de rexne li siyaseta partiya xwe kiribû û gotibû:Kurdên oldar ji polîtîkayên HDP'ê nîgeran in.

Altan Tan-Parlamenterê HDP'ê dibêje:Eger ev şer bidome û gotinên sekulerîzm û çepgiran di partiyê de zêdetir bibe ji bilî HDP'ê partiyeke nû dê bê avakirin. Siyaseta kurd dikeve rêyeke nû. Giştiyê Kurdan parastwer û oldar in. Kurdên mihafazakar xwe di nav partiyê de wek biyanî hîs dikin. Divê hilbijêrên oldar zêdetir bên temsîlkirin.

Hevserokê HDP'ê li Stenbolê beşdarî bernameya fitara partiya xwe bû û rexne li  gotinên Tan kir. Demîrtaş got: di HDP'ê de nûnerê kurdên Misilman ê herî mezin ez im.

Selahattîn Demîrtaş-Hevserokê HDP'ê got: Gotina "di HDP'ê de temsîliyeta Kurdên Misilman tune ye" bêwijdanî ye. Nûnerê herî gewre yê kurdên Misilman di vê partiyê de ez im. Kesên ku dibêjin HDP ketiye rêyeke nû bila li qûsirê nenihêrin ew bixwe ketine rêyeke nû, xwe şaş kirine. Rêya HDP jî diyar e. Di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de me ji gel re çi gotibe, îro jî em li ser heman soza xwe ne.

Tan berê niha jî gelek caran bi heman awayî rexne li partiya xwe kiribû. Lê belê piştî axaftinên Demîrtaş ev yek tê meraqkirin: Rêvebirên partiyê ji bo Tan dê çi biryar bidin? Piştî van rexneyên tuj, ji bo Tan ji partiyê dûrxistina wî tê kirin.