Galîb Ensarîoglu:Eger PKK çekan bidanê, pêşiya danûstandinan dê bihê vekirin
Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Galîb Ensarîoglu dibêje, eger PKK çekan deyne, dê pêşiya gotûbêjan bê vekirin.
K24- Hewlêr
Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Galîb Ensarîoglu dibêje, eger PKK çekan deyne, dê pêşiya gotûbêjan bê vekirin.
Ensarîoglu ku di heman demê de endamê Desteya Rêveber ya AK Partiyê ye li Diyarbekirê got, Serokomarê Tirkiyê tu carê negotiye ku pêvajoya çareserî bi dawî bûye û dema tundî ji holê bê rakirin û çek têkevin binerdê wê demê çi pêwîst be dê were kirin.
Ensarîoglu got, şerê bajaran li deverên ku HDP'ê gelek deng girtibû dest pê kiriye û gel tu carê piştevaniya bûyerên tundiyê nake, ji ber vê yekê PKK, ji vir û pê ve, nikare xeta tundiyê berdewam bike.
Ensarîoglu da xuyakirin, desthilatiya AK Partî jî ji bûyerên tundiyê kêfxweş nîne niha ser çareserkirina pirsgirêkan tê nîqaşkirin û da zanîn, di nava salakê de behsa kuştina 7 hezar kesan tê kirin û gel, kesên ku bûne sedemê van kuştinan nabexşîne.