Li Minbicê 350 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Ji destpêka operasyona bajarokê Minbicê û heta niha 350 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Derbarê rêjeya kuştiyên DAIŞê rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belavkir,tê de tekez kir ku, ji destpêka opersyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ya ku, berî du heftiyan destpê kirye û heta niha 350 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Rewangehê da zanîn ku, di wê operasyonê de 30 şervanên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) şehîdbûne, herwiha 19 welatiyên sivîl ku, di nav de hejmarek zarok hebûn canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên Rewangehê yek hezar kes karîne ji navçeyên di bin kontirola DAIŞê birevin û ber bi navçeyên aram ve herin, ew navçeyên ku, di bin kontirola HSD de ne.

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kirin.