Almanya hebûna hêzeka xwe li Sûriyê redike

Berî niha her yek ji Fransayê Amerîkayê ragehandibûn ku, hêzeka wan piştevaniya hêzên Kurdî û Erebî li Sûriyê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, rejîma Sûriyê hebûna hêzên Almanî û Fransî li bajarê Kobanê û Minbicê şermezar kir, Wezareta Berevanî ya Almanyayê ragehand ku, ti hêzeka wan li wî welatî nîne.

Berî niha hatibû ragehandin ku, hêzeke Almanyayê bi armanca beşdarîkirin di operasyona rizgarkirina Minbicê û piştevaniya Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê , herwiha hevahingî di navbera hêza li ser erdê û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî giheştiye Minbicê.

Derbarê vê yekê Wezareta Berevanî ya Almanyayê di daxuyaiyekî fermî de redkir ku, ti hêzeka wan li Sûriyê hebe.

Ji aliyê xwe ve  Wezareta Derve û koçberan a rejîma Sûriyê daxuyaniyeke fermî li ser malpera xwe belav kir tê de, Hebûna hêzên Fransî ligel hêzên Almanî li bajarê Kobanê û Minbicê şermezar kir, da zanîn ku, ew yeke weke dijminayetiya Sûriyê tê dîtin.

Berî niha her yek ji Fransayê Amerîkayê ragehandibûn ku, hêzeka wan piştevaniya hêzên Kurdî û Erebî li Sûriyê dike.