Almanya hebûna hêzeka xwe li Sûriyê redike
Berî niha her yek ji Fransayê Amerîkayê ragehandibûn ku, hêzeka wan piştevaniya hêzên Kurdî û Erebî li Sûriyê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî ku, rejîma Sûriyê hebûna hêzên Almanî û Fransî li bajarê Kobanê û Minbicê şermezar kir, Wezareta Berevanî ya Almanyayê ragehand ku, ti hêzeka wan li wî welatî nîne.
Berî niha hatibû ragehandin ku, hêzeke Almanyayê bi armanca beşdarîkirin di operasyona rizgarkirina Minbicê û piştevaniya Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê , herwiha hevahingî di navbera hêza li ser erdê û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî giheştiye Minbicê.
Derbarê vê yekê Wezareta Berevanî ya Almanyayê di daxuyaiyekî fermî de redkir ku, ti hêzeka wan li Sûriyê hebe.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve û koçberan a rejîma Sûriyê daxuyaniyeke fermî li ser malpera xwe belav kir tê de, Hebûna hêzên Fransî ligel hêzên Almanî li bajarê Kobanê û Minbicê şermezar kir, da zanîn ku, ew yeke weke dijminayetiya Sûriyê tê dîtin.
Berî niha her yek ji Fransayê Amerîkayê ragehandibûn ku, hêzeka wan piştevaniya hêzên Kurdî û Erebî li Sûriyê dike.