Serok wezîr ê Firansayê: Hoşdarîyê dide ji hêriş ên nû yên tîroristî bo ser Firansa

Serok wezîr ê Firansayê pêşbînî ya hêriş ên nû yên tîroristî dike bo ser welat ê wî û dibêje hijmarek a zêdetir dê bibin qurbanî.

K24- Hewlêr

Serok wezîr ê Firansayê pêşbînî ya hêriş ên nû yên tîroristî dike bo ser welat ê wî û dibêje hijmarek a zêdetir dê bibin qurbanî.

Manoyîl Valis, Evro çarşembîyê, ragehand: Firansa bi temamî hewl ên xwe dide ku rê bigire li pêşî ya her hêrişek a tîroristî ku hebe.

Li gor axivtin a serok wezîr ê Firansyê, dezgeh a saloxvanîyê û polîsan 25 hêriş ên din ji 2013yê ve pûçkirine û dûvçûn jî berdewame bo girtin a ew kes ên ku hewl didin biçin di nav rêkxistî yên teroristî de.