Li Şemzînanê 3ê leşkerên Tirkiyê birîndar bûn
bombe ji aliyê gerêlayên PKKê ve hatibû danîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Şemzînanê dema ku, karwaneke leşkerên Tirkiyê derbasbû û ber binavçeya Keverê ve çû, bombeyek teqiya, di encam de 3ê leşker birînda bûn.
Derbarê bûyerê ajansa Dogan ragehand ku, danê vê sibehê dema ku, karwaneke leşkerî li navçeya Şemzînanê ber bi Keverê ve diçû bombeyeka çandî bi wan de teqiya, di encama wê teqînê 3ê leşkerên Tiemiyê birîndar bûn, birînda bi rêya Ambulansa hatin veguheztin bo nexweşxaneya Şemzînanê.
Li gor ajansa Dogan bombeya hatî teqandin ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê hatibû çandin.Piştî bûyerê qaymeqamê Şemzînanê serdana birîndaran kir.