PDK-S salvegera damezrandina xwe ya 59ê li darxist

Di çalakiyê de hejmarek siyastemedar, perpirs û serokên hin partiyan ji her çar parçeyên kurdistanê beşdar bûn.

K24-Hewlêr

Li hola Mîdya ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) salvegera damezrandina yekem partî li Rojavayê Kurdistanê bibîr anî.

Piştî 59 salan ji kar û xebatên xwe careke din Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) momên damezrandina xwe vêxistin,

Derbarê wê ahingê Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela bi vê boneyê ji K24ê re axivî û got: “Di roja damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê de, me soz da gelê xwe ku biparêzin û bicih bînin. Niha jî roj bi roj kar dikin bo cibicîkirina mafê miletê me. Herwiha em hewl didin ku rola partiya me roj bi roj di milet de bihêztir bibe. Emê bi şoreşa Sûrî re soz didin ku di demek nêzîk de, em maf û daxwazên miletê xwe bicih bînin.”

Di çalakiyê de hijmarek  ji siyastemedar, perpirs û serokên hin partiyan ji her çar parçeyên kurdistanê beşdar bûn, Endamê serkirdayatiya Partiya Demokrata kurdistnê(PDK)  Elî Hisên jî tekez dike ku,  PDKS Hevpeymanê wan ê sereke ye li Rojavayê kurdistnê,

Di 14ê Hezêrana 1957an de, bi serpereştiya Osman Sebrî û ligel Noredîn Zaza, Mihemed Elî Xoca, Şewket Nasan, Hemze Niwêran, Şêx Mihemed Îsa, Xelîl Ebdula, Reşîd Hemû û Ebdilhemîd Derwêş yekemîn partiyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê hat damezrandin.