Emerîka Vîzeyê nade Yûsif Mehemed
Malperek a nêzaîk ji Bizav a Gorran belavkirîye ku Yusif Mehemed serok ê perleman a Kurdistanê ji alî yê Emerîkayê ve vîze pê re nahatîye dan daku serdan a Emerîkayê bike.
K24- hewlêr
Malperek a nêzaîk ji Bizav a Gorran belavkirîye ku Yusif Mehemed serok ê perleman a Kurdistanê ji alî yê Emerîkayê ve vîze pê re nahatîye dan daku serdan a Emerîkayê bike.
Malper a Şar Pirês, li belavkirin aevê zanyarîyê pişt bi çend çavkan ve girîdaye ku nav ên wan aşkera nekirîne û li ser evêî yekê nivîsîye: Yusif Mehemd, serok ê Perleman a Kurdistanl bi rê ya nivîsîngeh a xwe ya taybetî ve daxwaz a wergirtin a Vîzayê ji balyûzxane ya Emerîkayê li Bexda kirîye, lê daxwazî ya wî red kirine.
Ewê malperrê li ser armanc a dxwazkirin a Vîzayê, xuya kirîye ku berî wergirtin a bersiv a Vîzayê, Yûsif Mehemd vîyaye serdan a çend wîlayet ên Emerîkayê bike û li gel hijmarek a berpirs ên ewî welatî kom bibe.
Her ewê malperê nivîsîye ku eger a nedan a Vîzayê bi navbîrî re nehatîye zanîn, lê hinek navend guman a wê yekê dikin ku li sser daxwazî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê, Emerîkayê redkiribe Vîzayê bide Yusif Mehemed. Herçende kunsilxane ya Emerîkayê Li Hewlêrê evê lêkvedanê red dike.
Bo wergirtin a zanîyarîyan li ser eger a nedan a Vîzayê bi Yûsif Mehemd re, Kurdistan 24 peywendî bi kunsilxane ya Emerîkayê kir li Hewlêrê, gotebêj ê kunsilxaneyê ragehand: Yasa ya wîlayet ên Hevgirtî yên Emerîkayê rê nade behs a mijar Vîze ya kesî bikîn, çunku kesek daxwaz a Vîze ya Emerîkayê bike, karmend ên pişk a Vîzeyê li daxwazî ya wan dinere û biryar a wê yekê dide ku li gor yasa ya wîlayet ên hevgirtî yê Emerîkayê hejî wergirtin a vîzeyê ye yan na.
Herweha amaje bi wê yekê kir ku yasa ya Wîlayet ên Emerîkayê ne tenê li ser binema ya derbirrîn yan nerîn a sîyasî rê bi redkirin a vîzayê nade eger ew derbirrîn û nerîn yasayî bin li Emerîkayê.
Şar Pirês behs a ewê yekê jî dike ku hewl daye ji nivîsîngeh a Yûsif Nhemed zanyarîyan wergire li ser eger a nedan a Vîzeyê bi wî re ji alî yê Emerîkayê ve, lê çi zanîyarî bi dest ve nedane.