Polîsên Tirkiyê bi ser mala Hevserka HDPê digirin
Polîsên Tirkiyê bi ser mala hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtin, HDPê ev yek bi karekî ne yasayî binav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên Tirkiyê bi ser mala hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtin, HDPê ev yek bi karekî ne yasayî binav kir.
Li Stanbolê, îro danê sibê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi mebesta pişknînê, bi ser mala Hevseroka Giştî ya HDPê û parlementera Tirkiyê Fîgen Yuksekdag girtin.
Ji aliyê xwe ve jî, Desteya Rêvebir ya Navendî ya HDPê ji, ev karê hêzên ewlekariyê bi neyasayî û zêdegavî binav kir.
HDP ragihand jî, ku ewhelwesta hêzên ewlekariyê qebûl nake û berûvajî yasa û demokratiyê da zanîn. Herwiha daxwaz kir, ku di derheqê wan kesên ew kar encamdane û biyara wê girtinê dane, lêpirsîn bên kirin.