Alîkariye leşkerî ji Fransayê gihêşte Hewlêrê

Kunsilxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê radigihîne, ku di roja 14 Hezêranê de, alîkariyeke Leşkerî taybet bi hêza Pêşmerge gihêşte Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kunsilxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê radigihîne, ku di roja 14 Hezêranê de, alîkariyeke Leşkerî taybet bi hêza Pêşmerge gihêşte Herêma Kurdistanê.

Kunsilxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de radigihîne, ku alîkariya ku duh 14 Hezêranê di riya Firokxaneya Hewlêr ya Nadewletî gihêştibû Hewlêrê, taybet e bi hêza Pêşmerge û radestî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bû.

Her li gor wê daxuyaniyê, karwana duyem yaw ê alîkariyê biryar e roja 17 vê mehê bi heman awayî bigihe Hewlêra Paytext.

Ew alîkariya leşkerî piraniya wê mûşeka MM98, bi sedan hezar teqemeniyên curbicur, bombeyên êrîşkirin û bergîriyê û dûrbûnên şevê bûn. ji bilî cil û bergên leşkerî bo hêza Pêşmerge û xwarina cengî bo eniyên şer jî li xwe digire.