Hevdîtinên dewleta Tirkiyê bi Rêberê PKKê re berdewam in

Her diçe dengê hevdîtina dewleta Tirkiyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan re û destpêkirina pêvajoya çareseriyê bêhtir dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her diçe dengê hevdîtina dewleta Tirkiyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan re û destpêkirina pêvajoya çareseriyê bêhtir dibin.

Derbarê vê yekê, Ebdilqadir Selvî ku yek nivîskarên ku tê gotin ji AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ve nêzîk e, di nivîseke xwe de aşkere dike, ku hîn hevdîtinên dewleta Tirkiyê bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re berdewam in. Herwiha hatina nameyan ji Qendîlê de, ku daxwaza destpêkirina pêvajoya çareseriyê berdewam e.

Selvî di nivîsa xwe ya îro di rojnameya “Hurriyat” ya Tirkî de xuya dike, ku li piştî hin teqînan li hin bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, daxwaza pêvajoya aştiyê li cem hin aliyan bi taybet jî yên AKPê kêm kiriye. lê Selvî amaje dike jî, ku li gor rapirsînekê li Bakurê Kurdistanê encam daye, ku ji sedî 90 ji welatiyan daxwaza destpêkirina wê pêvajoyê dikin.

Piştî ku di meha Tebaxa borî, şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê dest pê kir, heta niha jî bi awayekî fermî ji herdu aliyan ve, behsa ti hewlekê bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê û danûstandinan nehatiye kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber ya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk berê jî ragehandibû, ku danûstandin ligel Tirkiyê girêdayî baştirkirina rewşa Ocelan e.