Rûsya agirbestek bo 48 demijmêran li Helebê ragehand
Agirbest jî îro, destpê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevanyê ya Rûsyayê agrbestek li bajarê Helebê bo 48 saetan ragehand, bêy ku, aliyên pabend bi agirbestê aşkere bike.
Berî rojekê ji civîna Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê Ban Ki Moon û Nûnerê NY bo Sûriyê Staffan De Mistura Wezareta Berevanyê ya Rûsyayê bi awayekî neçaverêkirî agirbestek bo 48 setan li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê ragehan.
Wezareta Berevaniyê di derbarê ragehandina agirbestê de, ne daye zanîn ku, ligel kê rêkeftîye.Agirbest jî îro, destpê dike.
Li gor ajansa Intirfakis a Rûsyayê Wezîrê Derve yê Rûsyayê aşkere kirye ku, ew dixwazin agirbesteke demdirêj li Helebê hebe.
Di daxuyaniya xwe de Rûsyayê Cebhet El-Nûsrayê bi topbarankirina taxên Helebê tometbarkir.