Amerîka Esed û Rûsyayê bi êrîşên li ser Helebê tometbar dike
Agirbesta li Sûriyê di 27ê Sibata borî de hatibû ragehand lê rejîma Sûriyê pêbend bi wê rêkeftinê nebû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derveyê Yê Amerîkayê John Kerry her yek ji Rûsya û rejîma Sûriyê bi êrîşên li ser bajarê Helebê tometbar dike.
Derbarê vê mijarê ajansa Reutersê daxuyaniyek belav kirye tê de rageehandiye ku, Wezîrê Derveyê Yê Amerîkayê John Kerry her yek ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û Rûsyayê bi nerawestandina şer li Sûriyê taybet li bajarê Helebê tometbar dike.
Kerry li Nerwicê jî di cinîna xwe ya ligel hevşanê xwe Wezîrê Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zerîf diyar kir ku, Esed ne pabende bi agirbesta li Sûriyê û şerê wê yê ji bo vegerandina bajarê Helebê berdewam e.
Kerryî aşkere kir ku, ew dê kavên pêwîst bavêjin.
Agirbesta li Sûriyê di 27ê Sibata borî de hatibû ragehand lê rejîma Sûriyê pêbend bi wê rêkeftinê nebû.